Haydar Şahin
14 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 98 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 4 hezar û 683yan.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê di weşana zindî ya televizyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 98 kesên din jî mirin, 1574 waqieyên teze hatin tesbîtkirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku bi vî awayî hemara miriyan derket 4 hezar û 683yan, hejmara waqieyan jî derkete 74 hezar û 877an.
Cîhanpur got ku rewşa 3 hezar û 691 kesên li nexweşxaneyan tên dermankirin jî xeternak e.
Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tanduristiyê diyar kir ku ji duh vir da 2 hezar û 146 kes rind bûn û ji nexweşxaneyan çûn malên xwe, hetanî nika 48 hezar û 129 kes rind bûn.
Berdevk Cîhanpur destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 287hezar û 359 testên Kovîd-19ê hatin kirin.