23 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
XARTUM
Li Xartuma paytextê Sûdanê 40 xwendekarên ku ji qursa Qur'anê ya Zeyd Bîn Sabit mezûn bûne, bi merasimê belgeyên xwe yên îcazetê hildan.
Qursa Qur'anê ya Zeyd Bîn Sabit ya hikûmetê ye û meleyên tirk belgeyên îcazetê yên xwendekaran dan.
Midûrê Weqfa Şehîd Îbrahîm Şemsettîn Ilmuddîn Mihemed Ebdulletîf got ku xwendekar du rojan ketine ezmuna tecwîd û jiberkirinê û derbas bûne.
Ebdulletîf behsa hevkariya qursên Qur'anê yên tirkan û Sûdanê kir û wiha axivî: "Li ser vexwendina Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyeyê me 4 xwendekarên ji Sûdanê ji bo hafiztiya Qur'ana Pîroz bikin ji bo 4 mehan şand Tirkiyeyê.
Berpirsyarê xwendekaran ê Weqfa Şehîd Îbrahîm Şemsettîn Osman Mihemed el-Hac jî got ku armaca wan ew e ku di navbera herdu welatan de têkiliyên ilmî bên xurt kirin, ji ehlê ilmê yên li Tirkiyeyê îstifade bê kirin.
Hac got ku xwendekarên ku îcazeta xwe hildane jê 22 qîz, 18 jî kur in û hemû jî serkeftî ne.