Türkan Tosun
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê 11 komên muxalif ên li dijî rejima Beşar Esed şer dikin li Îdlibê di bin navê "Eniya Rizgarkirina Neteweyî" de bûn yek.
Li gor agahiya ji muxalifan hat bidestxistin 11 komên muxalif ên girêdayî Artêşa Azad ya Sûriyeyê (AAS) a li bakurê Îdlib û Hamayê biryar dan ku di bin navê "Eniya Rizgarkirina Neteweyî" de bibin yek.
Feylaqi Şam, Artêşa Nasir, Artêşa Îdliba Azad, Tumena Qeraxê ya 1emîn, Tumena Qeraxê ya 2yemîn, Firqaya 1emîn, Artêşa 2yemîn, Artêşa Giregiran, Şuheda El Îslam Dareyya, Tuxaya El Huriyeyê û Firqaya 23yemîn beşdarî Eniya Rizgarkirina Neteweyî bûn.
Muxalifan li ser medyaya civakî daxuyand armanca vê eniyê ew e ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê hemû binbeşên Artêşa Azad ya Sûriyeyê di bin banekî de kom bibin.
Fadlallah El Hacî bû serokê Eniya Rizgarkirina Neteweyî", Suhayp Leyyuş jî bû alîkarê wî.
Qasî 30 hezar muxalif bûn yek û ev koma eskerî bû koma herî mezin a li dijî rejima Beşar Esed şer dike.