Önder Beyter
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina jiyana behrê, amadekariyan dike plastîkên ku bi tenê ji bo carekê tên emilandin qedexe bike.
Li gorî nûçeya BBCyê, beriya ku pêşniyaza yekîtiyê ya ku qedexekirina plastîkên wekî pîpet, darikê guhan, kevçî çetelê plastîk, darikê çay û qehweyê di xwe da dihewîne, bikeve rewacê divê ji aliyê 28 welatên endam û Parlamentoya Ewropayê va were pesendkirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku Yekîtiya Ewropayê dixwaze heya 2025an hemû derdanên plastîk ji bo lixwevegerê berhev bike.
Tê texmînkirin, qedexeya ku wê bidin ser plastîkên ku carekê tên emilandin, wê rê li ber 3,4 milyon ton karbon emîsyonê û zirara ku nirxê wê 22 milyar ewro ye bigire û herwiha bi xêra projeyê wê 6,5 milyar ewro teseruf were kirin.
Alîkarê Yekemîn ê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Frans Timmermans diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeya zibilê plastîk, divê Ewropayî bi hev ra tev bigerin.