01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
ANKARA
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku di nîva ewil a îsal da li Sûriyeyê 159ên wan zarok, 742yên wan jin bi tevahî 5 hezar û 381 sivîl hatin kuştin.
SNHRyê rapora li ser sivîlên ku di 6 mehên dawîn da hatin kuştin weşand.
Di raporê da hat diyarkirin ku di êrîşên rejimê, alîgirên rejimê û şervanên biyanî yên alîgirê rejimê, Rûsya, mixalefeta leşkerî, PYD/PKK û DEAŞa rêxistinê terorê û koaliyona di pêşîkêşiya DYAyê da 159ên wan zarok, 742yên wan jin bi tevahî 5 hezar û 381 sivîl hatin kuştin.
- Herî zêde rejimê kuşt
Li gor raporê rejim û alîgirên Esed 318ên wan zarok, 245ên wan jin bi tevahî 2 hezar û 72 kuştin, DEAŞê 180ê wan zarok, 94ên wan jin herî kêm 857 sivîl kuşt.
Wek mayîn di raporê da hat diyarkirin ku koalisyona nevneteweyî ya dijî DEAŞê di êrîşên xwe da 291ên wan zarok, 183yên wan jin bi tevahî 1008 sivîl kuşt.
Di rapora ku bal kişande ser êrîşên Rûsyayê jî da wiha hat gotin: "Me tesbît kir ku di êrîşên hêzên Rûsyayê da 209ên wan zarok, 122yên wan jin bi tevahî 641 sivîl hatin kuştin."
Li gor raporê di pevçênên ku di navbera mixalifên leşkerî û hêzên Esed da derketin da 35ên wan zroka, 15ên wan jin bi tevahî 128 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku 98ên wan zarok, 58ên wan jin bi tevahî 522 sivîl jî ji ber sedemên ku hê nayên zanîn mirin.
- PKK/PYD qelîyamên sivîlan didomîne
Di raporê da hat destnîşan kirin ku PYD/PKKya rêxistina terorê herî kêm 5 sivîl bi êşkenceyê kuşt, 31ê wan zarok, 25ên wan jin bi tevah, 153 jî di êrîşên rêxistinê da hatin kuştin.