Abdullah Tel
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
ANKARA
Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) israra ji bo girtina kanala televizyonê Al Jazeerayê di cih da nedît, rexne kir û ragihand ku ew israr êrîşa fikr û ramanê ye û nayê qebûlkirin.
OHCHRê daxuyaniyeke nivîskî weşand, fikr û raman û qisawetên ji ber qeyrana di navbera Qeter û hin welatên ereb da peyda bûn nirxand.
Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Misir û Behreyn ji Qeter dixwazin ku bila daxwazên wan bi cih bîne. Vê yekê jî di daxuyaniyê da cih girt û ji bo wê hat gotin ku binpêkirina hin maf û azadiyan mimkun nîne, lewra ewê rûdanên nû bi xwe bîne û daxwazên bi rengî jî hatin rexnekirin.
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Komiseriya Bilind ji ber wê daxwaza ku ji Qeterê tê xwestin bila tora kanalên Al Jazeerayê û saziyên din ên medyayê bigire bi qisawet e. Hûn temaşe bikin nekin, jê hez bikin nekin heke fikr û ramanên we wek hev nebin jî qebûl dikin nakin hûn zanin bi milyonan temaşevanên Al Jazeeraya bi erebî û îngilîzî weşanê dikin, hene. Li gor me ew daxwaza ji bo girtina wê tê kirin li hemberî azadiya fikr û ramanê êrîş e û nayê qebûlkirin."