Haydar Şahin
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Wezîrê çavkaniyên Avê û Cotkariyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Ebdilsettar Mecîd îdia kir ku Îranê bi biryareke demildest va Ava Zapa Piçûk birî, sedema vê jî referanduma serxwebûnê ye, Îran avê wek amûra zextê bi kar tîne.
Mecîd der barê bi destê Îranê birîna Ava Zapa Piçûk a ku ji Azerbaycana Rojava ya eyaleta Îranê dest pê dike, ji bajaroka Serdeştê ra derbas dibe û ji Silêmaniyê ra ber bi nava Iraqê diçe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Wezîr Mecîd got ji ber birîna avê 80 hezar kesên li Silêmaniyê di tengasiyê da man û wiha axivî: "Ji ber birîna avê gelê ku li wê derê dijî di tengasiyê da dimîne. Ji ber birîna avê di serî da çifligên masiyan û xwediyê projeyên cotkarî û heywandariyê tengasiyê dikişînin."
Herwiha diyar kir ku têkiliya birîna avê û referanduma serxwebûna HKIyê ya ku di 25ê îlonê da bê kirin heye û got, "Îran vê wek amûra zextê bi kar tîne, hewl dide ku tesîra xwe li ser herêmê nîşan bide. Em vê wek hemleyeke li dijî referandumê qebûl dikin."
Wezîr Mecîd destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêveberiya navendî ya Iraqê ra axivîn û ji wan xwestin ku bira bertekê nîşanî Îranê bidin, hetanî vê gavê ji devê tu kesî tu tiştek derneket.
Mecîd got heke birîna avê dewam bike ew ê wek wezaret bi heyetekî va herin ziyareta Îranê û wiha pê da çû: "Em ê ji rayedarên Îranê ra bêjin ku bira wiha tev negerin. Hekê Îranê ye ku ji ava xwe îstifade bike lêbelê dibê welatên cînar zirarê nebînin."