HELEB
Hat diyarkirin ku li Sûriyeyê di operasyonên hêzên Esed de 14 jê zarok, 4 jê jin bi tevahî 115 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) de hat gotin ku hêzên rejima Esed li bajarên cuda, ji hewa û bejayê ve bi çekên giran operasyonan birin ser muxalifan. Di encama operasyonên hêzên Esed de li Helebê 66 , li Derayê 19, li derûdorên bajarê Şamê 11, li Îdlibê 6, li Xûmûsê û Kûneytrê 5, li Deyrûz Zorê 2 û li Hamayê jî kesek, bi tevahî 115 kes hatin kuştin.
Ji hêla din ve ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku hêzên rejimê li bajarên Heleb, Îdlib, Hama û Şamê operasyon kirin û di encama pevçûnê de gelek kesên çekdar hatin kuştin.