Fatih Gazioğlu
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
ANKARA
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku di êrîşên ji adara sala 2011an heta niha de 26 hezar û 446 zarok hatine kuştin.
SNHRyê bi xatirê 20ê mijdarê roja Mafê Zarokên Dinyayê rapora îxlalên dijî zarokan weşand.
Di raporê de hat gotin ku di îxlalên dijî zarokan de dewleta Sûriyeyê li dinyayê di rêza yekemîn de ye.
Li gor raporê di êrîşên rejima Esed de 21 hezar û 631 zarok hatin kuştin.
Di êrîşên Rûsyayê yên esmanî de hezar û 529 zarok hatin kuştin.
Di raporê de hat gotin ku di êrîş û înfazên DEAŞa rêxistina terorê de herî kêm 711 zarok hatin kuştin. Di êrîşên hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê jî de ji îlona sala 2014an heta niha herî kêm 723 zarok hatin kuştin.
Di rapora rêxistinê de hat gotin ku di êrîşên PKK/PYDya rêxistina terorê de jî 127 zarok hatine kuştin û 503 zarok jî wan rehîn hildane.
Di raporê de hat gotin ku di pevçûnên di navbera hêzên mixalif û rejimê de hezar û 24 zarok hatine kuştin. Herî kêm 701 zarok jî ji aliyê komên ku nasnameyên wan ne diyar e, hatin kuştin.