30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Sûriyeyê alîgirên ku şer dikin ji bo tehliyekirina sivîlên çar bajarokên dorpêçkirî li hev kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Farhan Haq daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji NYê ra agahî hat û li gor agahiyê li Sûriyeyê alîgiran ji bo tehliyekirina sivîlên Madaya, Zabadanî, Fua û Kafraya li hev kir.
Haq diyar kir, "NY aliyekî vê lihevkirin û mizakereyê nîne." û got ku li van her çar bajarokan nêzî 60 hezar sivîlî dijîn û ew ji bo ewlehiya van sivîlan bi fikar in û geşedanan ji nêz va dişopînin.
Haq diyar kir, divê tehliyekirina sivîlan li gor razîbûnê bibe, di nav ewlehiyê da were kirin û ku bixwazin û wan bibin wir; dema ku şert û merc aram bûn jî ji bo vegera van kesan destûr were dayîn.
Haq diyar kir, kesên ku naxwazin ji mala xwe derkevin jî divê ji aliyê ewlehiyê va werin parastin.
NYê daxuyandibû ku li Sûriyeyê herêmên dorpêçkirî bi awayekî acil pêdiviya sivîlan bi alîkariya mirovî heye û bangî aliyan kiribû ku destûra şandina alîkariya însanî bidin.