Ahmet Aydın
23 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2019
Li navçeya Til Ebyedê ya ku bi Herekata Kaniya Aşitiyê ji terorê hat paqijkirin, bi piştevaniya Walîtiya Şanliurfayê pirtûkên dersê li 300 xwendekarî hatin belavkirin.
Pirtûkên dersê yên ku li gorî bernameya xwendinê ya ku Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê amadekiribû hatine çapkirin, li dibistanên li herêma Herekata Kaniya Aşitiyê tên belavkirin.

Di vê çarçoveyê de Navenda Piştevanî û Kordînasyonê ji bo Sûriyeyê ya girêdayî Walîtiya Şanliurfayê (SUDKOM), li Dibistana Sebbax a li navenda navçeyê li 300 xwendekarên dibistana seretayî û navendî pirtûkên dersê belav kir.

Hat ragihandin ku temamê 3 hezar xwendekarên ku li navçeyê perwerdeyê dibînin, dê di demeke kurt de bigihijin pirtûkên xwe.
Li navenda navçeya Til Ebyedê4 dibistanên ku tadîlata wan bi piştevaniya Tirkiyeyê hat qedandin, êdî perwerde tê dayîn.
