İbrahim Atmaca
23 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2019
Li gor nûçeya Daily Mailê ji Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Zanîngeha Hullê pisporê robotîk û cerahê mêjî Dr. Bruce Mathew diyar kir ku bi pêşketina emeliyeta cerahiya robotîk, hucreya rehan û sînîr merivê bikaribe transfera mêjiyê serî û yê nav hestiyan bike.
Mathew ji The Telegraphê ra axivî û wiha got, "Di serî da niyeta me ew bû ku em tenê li ser bifikirin û ev pir karekî eletewş dihat dîtin. Me dît ku ev di eslê xwe da eletewş nîne."
Mathev terîfa operasyona muhtemel kir û wiha dewam kir, "Heke hûn bikaribin neqla mêjiyê serî bikin û nehêlin ku mêjiyê serî û mêjiyê nav hestiyan ji hev biqete, ev jî di eslê xwe da pêkan e, êdî hûn dikarin mejiyê nav hestiyan derxin û bi vî hawî hemû mêjiyê serî, mêjiyê nav hestiyan û movikên piştê neqlî bedeneke din bikin."
Mathew destnîşan kir ku pêşketinên zanista tibê wê derfetê bide neqla serî û wiha dewam kir: "Karekî pir zehmet e ku meriv bîne zara durayê ya ku mêjiyê nav hestiyan diparêze bi awayekî saxlem derxe. Hin pêşketin wê çêbibin û lê îhtimal e ku di nav 10 sal pêş da çêbibe."
Mathew bi bîr xist ku berî niha di navbera kadavrayan da neqla serî hatibû kirin û wiha dewam kir, "Neqla serê kadavrayên ku mejiyê wan miriye jî qonaxeke din e. Neqla serî wê kêrî nexweşên ku dîstrofiya masûlke bi wan ra heye, kesên ku organê wan hatine hildan were, heta dikare kesan ji mirinê vegerîne."
Zanyaran di sala 2017an da serê mişkekî piçûk kiribûn şûna serê mişkekî mezintir û li dinyayê cara ewil serê mişkê neqil kiribûn.