01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Xelkê Sûriyeyê yên ji Til Ebyedê ku xwe spartine Tirkiyeyê, dixwazin erdê wan ji rêxistina terorê YPG/PKKyê were safîkirin.
Beşeke mezin ji xelkê Til Ebyedê ku malên wan, zeviyên wan, sermiyanên wan û heta hinek jê jî zarokên wan bi darê zorê bi destê rêxistina terorê hatin zeftkirin, ji neçariyê koçî Tirkiyeyê kirin û niha jî li Akçakaleya navçeya Rihayê dijîn.
Ragîd Dahîş ku ligel malbata xwe ji Til Ebyedê tehcîr kir, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku rêxistina terorê YPG/PKK bi darê zorê mal û zeviyên wan ji wan standin û wan jî ji ber zextê bi neçarî koçî Tirkiyeyê kir.
Dahîş got ku heviya wan bi tenê bi Artêşa Tirk heye û wiha dewam kir:
"Herêma Til Ebyedê bi temamî ji Ereban pêk tê. Lêbelê rêxistina terorê YPG/PKKyê bi alîkariya Amerîka û welatên dost va çi di destê me da hebû ji me stand û en dan ser rê. Hêviya me ew e ku herêma Til Ebyedê ji YPG/PKKyê were safîkirin û em ji bo vê yekê jî ji Artêşa Tirk alîkariyê dixwazin."
Ebdullah Îmam jî di daxuyaniya xwe da bal kişand ku ew dixwazin vegerin ser mal û halên xwe û wiha dewam kir, "Ji herêma Til Ebyedê bi qasî 100 hezarî însan ji ber zext û zilma van terorîstan xwe li Tirkiyeyê girtin. Daxwaza me bi tenê ew e ku malên me ji YPG/PKK û terorîstên ku ji Qendîlê hatine werin safîkirin."
Mihemed Ebîd jî bal kişand ku ji Reqayê bigire heya Til Ebyedê Ereb li van deveran dijîn û wiha axivî, "Bi hezaran Sûriyeyî ji ber zext û tehdîdên YPG/PKKyê xwe li Tirkiyeyê girtin. Em dixwazin Tirkiye van zaliman ji ser xaka me biqewirîne."