Li Tûnisê wê tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê di 21ê kanûnê da were kirin, Partiya Tevgera Nahdayê ragihand ku wê di hilbijartina serokomariyê da piştgiriyê nedin tu namzedekî.
Piştî civîna Konseya Şûrayê ya Partiya Tevgera Nahdayê daxuyaniya nivîskî hat dayîn, di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku wê di tûra duyemîn da piştgiriyê nedin tu namzedek û hat gotin ku endamên me di dengdayînê da azad in.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ragihandibû ku di tûra ewil a hilbijartina serokomariyê da Serokê Partiya Tûnisê ya Nîdayê Sîbsî ji sedî 39,4 ray sitend, Serokomarê heyî Merzûkî jî ji sed3i 33,4 ray sitend.