NEVŞEHÎR
Serokê giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo pêvajoya çareseriyê got: "Çi hewce bike ewê bê kirin. Meriv wextê eşkere bike û bibêje 'heke filan rojê filan tişt bibe wê filan tişt biqewime', zimanê şantajê bi kar bîne wê zirarê bide pêvajoyê."
Davutoglu li eywana Damat Îbrahîm Paşa beşdarî Kongreya Bajêr a Asayê ya 5emîn a Nevşehîrê ya AK Partiyê bû, li vê derê axivî û piştî axaftinê jî bersiv da pirsên rojnamegeran.
Ji Serokwezîr hat pirsîn ku HDPê gotiye ewê wek partî beşdarî hilbijartinê bibin û gelo di vê mijarê de ew çi difikire? Davutoglu jî diyar kir ku HDP jî wekî partiyên din ên ku li Tirkiyeyê xwediyê heman mafan e û çawa bixwaze dikare beşdarî hilbijartinê bibe.
- "Ew wan eleqedar dike"
Serokezîr destnîşan kir ku ew meseleya HDPê ye û wiha pê de çû: "Kîjan pergalê disepînin ew zanin, dixwazî wek berê bila bi partiyên din re bibin yek û yan jî wek koma xwe bikevin hilbijartinê ev yek wan eleqedar dike. Tiştê girîng ew e ku li Tirkiyeyê rêzê nîşanî pêvajoya demokratîk bidin û bi tenê bi rêyên demokratîk siyasetê bikin, ji zimanê tundiyê, zimanê nefretê dûr, bi tiştên demokratîk siyasetê bikin. Li gor me ev meseleyeke wisa ye ku lazim e HDP di nav xwe de çareser bike. Encam çi dibe bila be em bi tenê di rêyên demokratîk de wan wek partiyeke siyasî ya di qada siyasetê de dibînin. Ji ber vê jî çi biryarê bidin em ê rêzê nîşanî biryara wan bidin. Tiştê girîng ew e ku li Tirkiyeyê her tişt li gor prensîbên demokratîk ên azadîxwaz bimeşe.
- "Ji bo me tu girîngiya wê tuneye"
KCKê der heqê pêvajoya çareseriyê de daxuyanî dabû û ev yek jî ji Davutoglu hat pirsîn.
Davutoglu jî li ser vê bibîrxistinê wiha got: "Kesên ku ji bo meseleyên wek pêvajoya çareseriyê pir hesas in ji bo bigihêjin armanca xwe û meseleyê hel bikin bê deng dixebitin. Yanî her roj daxuyanê dayîn, 'gelo li pişt vê daxuyaniyê çi heye', 'gelo vê hêla hanê dê li hemberî daxuyaniya wê hêlê çi bibêje' ev tişt zirarê didin pêvajoyê. Min bi hevalên xwe re xeberda, tişt û xebatên me dê li gor plana ku me amade kiriye bên kirin. Dem bê hin tişt dê eşkere bên kirin û hin hevdîtin jî ji ber taybetiyên xwe divê bi dizî bin. Tiştê girîng ew e ku biçe serî. Evqas daxuyanîdayîn ji bo pêvajoyê ne baş e. Ji ber vê jî ew daxuyaniya ku hûn qala wê dikin li bal me girîng nîne û girîngiya wê jî tuneye."