Nihat Kavşut
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
ANKARA
Tora Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SNHR) ragihand li Xûtaya Rojhilat ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye di nav 3 mehên dawîn da 729 sivîl ji ber êrîşan hatin kuştin.
SNHRyê di rapora der heqê êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da ku 14ê Mijdar û 14ê Adarê li herêma Xûtaya Rojhilat hatine kirin ragihand 185 jê zarok û 109 jê jin 729 sivîl hatine kuştin.
Li gor raporê di êrîşên rejima Esed yên ji beja û esman 177 jê zarok û 96 jê jin 697 sivîl hatine kuştin û di êrîşên balafirên şer yên Rûsyayê da 8 jê zarok û 13 jê jin 32 sivîl hatine kuştin.
Di raporê da qala dorpêça rejimê tê kirin û li gor agahiyan di nav 3 mehan da 2 jê zarok 8 sivîl ji birçîna û tunebûna dermanan dimirin.
Li gor raporê di nav vê demê da hêzên rejimê 28 caran êrîşî mescidan û 10 caran jî êrîşî navendên tenduristiyê dikin.
Li gor SNHRyê hêzên rejimê 3 caran çekên jehrê diavêjin herêma Xûtaya Rojhilat.
Di beşa pêşniyazan ya raporê da tê diyarkirin ku êrîşên li ser sivîlan bê sekinandin û sûcdar li dadgehên cezayê yên navneteweyî bên darizandin.