Mehmet Nuri Uçar
29 Tebax 2021•Rojanekirin: 30 Tebax 2021
Li Lahica ku dikeve başûrê Yêmenê bi fuzeyan êrîşî Baregeha Eskerî ya El-Anedê kirin û di êrîşê da 40 esker hatin kuştin, ji 60î zêdetir esker birîndar bûn.
Mihemed en-Naqibê Berdevkê eskerî yê hêzên Konseya Berwext a Başûr ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ên piştgiriyê didê, daxuyanî da çapemeniya herêmî û diyar kir ku di êrîşê da herî kêm 40 esker hatin kuştin, ji 60î zêdetir esker birîndar bûn.
Naqib daxuyand ku ji birîndaran rewşa hinekan giran e, dibe ku jimara miriyan zêde bibe.
Berdevkê Nexweşxaneya Îbn Xeldunê ya li Lahicê Sîham eş-Şamî jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşa fuzeyan a ku birin ser Baregeha Eskerî ya Anedê da ji eskerên ku hatin kuştin cinazeyê 22yan anîn nexweşxaneyê.
Şamî diyar kir, 19 eskerên ku di êrîşê da birîndar bûn, neqlî nexweşxaneyê kirin û rewşa hinekan giran e.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî jî Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan ev êrîş kir.