Bilal Güler
29 Tebax 2021•Rojanekirin: 30 Tebax 2021
Hat îdiakirin Serokê Talibanê Mele Hubetullah Axûndzade li parêzgeha Kandaharê ya li başûrê Efxanistanê ye.
Ariana Newsê ku li Efxanistanê weşanê dike, îdia kir ku Hubetullah 4 roj berê hat Kandaharê.
Hat diyarkirin, Hubetullah li Kandaharê digel serkirdeyên Talibanê li ser siberoja Efxanistanê û hikûmeta ku dê were damezirandin, axivî.
Berdevkê Talibanê Zabihullah Micahid çendek berê ji çapemeniyê ra diyar kiribû ku serokê wan Hubetullah dê piştî demeke nêzîk derkeve pêşberî raya giştî.
Piştî ku Talibanê Kabul kontrol kiribû, hin serkirdeyên Talibanê yên li Qeterê çûbûn Kandaharê.
- Mele Hubetullah Axûndzade kê ye?
Piştî ku serokê berê yê Talibanê Mele Exter Mihemed Mansûr di êrîşa Amerîkayê ya droneê da hatibû kuştin, Mele Hubetullah Axûndzade 25ê Gulana 2016an wekî serokê Talibanê hatibû hilbijartin.
Tê destnîşankirin, heta ku Gulana 2016an serwenda bû, Axûndzade 15 salan li gundekî Pakistanê yê nêzîkî sînorê Efxanistanê dersên dînî û weaz dida.