Mehmet Burak Karacaoğlu,Ahmet Karaahmet,Ethem Emre Özcan
27 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2022
Li Îdliba bajarê li bakurê Sûriyeyê ji ber ku hewa gelekî sar derbas dibe bav ji bo ewladên wan necemidin bi şev nobetê digrin.
Hewaya sar li kampên kesên ji cî û warên xwe hatine kirin lê sitar dibin tesîra xwe nîşan dide.
Ji ber sermayê û berfa dibare bi sedan kon tep bûn.
Malbatên ji êrîşên rejima Esed û piştgirên wê revîn û li kampan dijîn li dijî tunebûnê û sermayê têkoşînê didin.
Piştî baranê kon tijî av û herî bûn û malbat ditirsin konên wan tep bibin.
Germahiya hewayê bi şev dadikeve pileyên binê sifirê û gel ji bo germkirinê tengasiyê dikişîne.
Dê û bav ditirsin ku kon ji ber baranê tep bibin zarok ji sermayê bicemidin û ji bo vê jî wekî tevdîr nobetê digrin.
Ji bo germkirina konên hema bêje 10 kes tê da dijîn ardûyê ji ser sergoyan tê komkirin tê şewitandin û gel bi teniya va xwe germ dike.
Nûçegihanên AAyê dîmenên malbatên li kampa Şahşaboyê ya sermaya wê zêde ye dijî kişandin.
Yasîr Bariyê ji êrîşên ser Deşta Gabê ya li Hemayê revî û li kampê sitar bû diyar kir ku zivistana herêmê zor derbas dibe.
Barî destnîşan kir ku 7ê wan zarok 12 kes di konekî da dijîn û wiha axivî: "Niha di konê me da sobe an jî ardû tune ku em vêbixin. Ji bo zarokan germ bikin em sol, plastîk û amûrên ji ser sergoyan kom dikin dadidin. Bi şev xêncî betaniyan tiştekê me tune ku li xwe bialînin."
Barî got zarok birçî radizên ji ber vê tehemila wî çênabe û wiha pê da çû: "Ji bo wan têr bikin dixwazin ji dilê xwe parçeyekî jê bikim û bidim wan. Kar tune. Em bi koliyeke alîkariyê va meha xwe derbas dikin. Dema zarok serma dikin zora min diçe lê ez nizanim çi bikim."
Barî wiha got: "Şevên baran zêde dibare hundirê kon tijî av dibe. Amûrên me şil dibin. Di barîna berfê da jî ku berfa ser konan paqij nekin kon tep dibin. Pere tune ku ji zarokên xwe ra derman bikirim. Lavayî nasan dikim pere deyn dikim û zarokan ra dermanan distînim. Ji bo zarokan cihaza bînhildanê lazim dike lê nikarim temîn bikim. Ji bo nevî û zarokên min necemidin li betaniyan dialînim."
- "Daxwazim bi tenê malek û sobeyek e"
Huseyn Nasirê ji Hemayê koçî Îdlibê kir jî got ji bo kurê xwe germ bike li betaniyê dialîne û tûpa pê xwarinê çêdikin vêdixe lê hindik ma xaza tûp jî xilas bibe.
Nasirê çavekî wî zikmakî nabîne û çavê din jî ji sedî 25 dibîne wiha axivî: "Ez nikarim bixebitim. Xanima min jî li zeviyê dixebite û di rojê da 7 lireyê Tirkiyeyê qezenc dike. Daxwazim bi tenê ew e ku malek û sobeyeke ku pê ewladê xwe germ bikim."
Nasirê bav got bi pereyê ji cînaran deyn dike va debara mala xwe dike û derman dikire.