Gökhan Kurtaran
20 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2022
Li Îngiltereyê enflasyon di hezîranê da bi sedî 9,4an va derket zîrweya 40 salên borî.
Li gorî daneyên Îstatîstîka Neteweyî ya Îngiliz (ONS), li welêt Endeksa Bihayên Xerîdaran (EBX) meha çûyî li gorî salane wekî ji sedî 9,4 hat qeydkirin.
Enflasyona ku derket zîrweya 40 salên borî di gulanê da jî 9,1 bû.
Li gorî daneyan, EBX di hezîranê da li gorî mehane jî ji sedî 0,5 zêde bû.
Di daxuyaniya ONSyê da hat diyarkirin, bihayên vejenê yên bilez bilind bûn, bû sedema bilindbûna enflasyonê.