20 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
LONDRA
Mesût Ozîlê ku di Arsenala taxima Lîga Premîer a Îngiltereyê da dilîze di taximê da wek gogvanê salê hat hilbijartin.
Mesût Ozîl di Arsenala ku vê sezonê di lîgê da piştî Leîcester Cîtya şampiyon di rêza 2yan da cî girt da di 45 pêşbirkan da bi tevahî 3 hezar û 939 deqîqeyan lîst û bi rayên alîgiran va wek gogvanê salê hat hilbijartin û xelat girt.
Mesût Ozîl di sala 2013han da wek berdêla bonservîsê bi 42 milyon sterlînî va ji Real Madrîda taxima Îspanyayê transferî Arsenalê bibû û îsal sala wî ya ku herî bi ber û berek bû. Mesût Ozîl di 35 heftteyên lîgê da 137 pasên golê da û rekora Lîga Premîerê hilda destê xwe. Hetanî nika rekor bi 134 pasên golê ya heyama 2008-2009 va di destê Frank Lampardê gogvanê Chelseayê da bû
Gogvanê 27 salî di Lîga Premîer da 19 asîst, di Kupaya Federasyonê da asîstek kir û nêzîkî Thîerry Henryê gogvanê fransî ê ku di sezona 2002-2003yan da 20 asîst kiribû bû lê belê rekora wî neşkênaşt.
Ozîl di vê sezonê da 6 caran di lîgê da 2 caran jî Lîga Şampiyonan da gol avêt, bi tevahî bi 171 pasên golê va sezon temam kir.