Türkan Tosun
08 Mijdar 2020•Rojanekirin: 09 Mijdar 2020
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 459 kes mirin û 9 hezar û 235 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 38 hezar û 291 kesî, ya pêketiyan jî derket 682 hezar û 486an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 523 pêketiyan giran e, heta niha 520 hezar û 329 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt heta niha 5 milyon û 224 hezar û 252 test hatin kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.