Türkan Tosun
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 71 zêde bû û derket 56 hezar û 171î.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku îro 5 hezar û 968 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji wan 417 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 71 kes mirin û hejmara miriyan derkete 56 hezar 171î ya pêketiyan jî derkete milyonek û 286 hezar û 404an.
Lariyê got ku rewşa 4 hezar û 664 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 74 hezar û 887 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê got ku li welatê serjimara wê 83 milyon e hetanî niha 8 milyon û 153 hezar û 264 test hatin kirin.
- Di 4 kesan da vîrusa koronayê ya nû ya bimutasyon hat tesbîtkirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Mekeî îro daxuyand li welêt di 4 kesan da vîrusa koronayê ya nû ya bimutasyon hat tesbîtkirin.
Nemekî anî ziman ev kes ji heman malbatê ne û ji Ewropayê ketine welêt, niha di karantînayê da ne.
Li Îranê di 5ê çileya paşîn da welatiyekî Îranê dema ji Îngiltereyê hatibû bi vîrusa koronayê ya nû ya bimutasyon bi xwe ra anîbû.
Dema li Îngiltereyê vîrusa koronayê ya nû ya bimutasyon hatibû tesbîtkirin Îranê di 21ê çileya paşîn da seferên diçin Îngiltereyê û tên qasî du hefteyan dabû rawestandin. Dema qedexeya seferan heta 19ê çileya paşîn roja yekşemê hatibû dirêjkirin.