17 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
TAHRAN
Li gundê Erkanê ya ku li ser bajarê Bocnurdaya li ser eyaleta Xoresana Îranê her sal gulaşên Çuheliyê tên girtin û gel bi eleqe van gulaşan temaşe dike.
Qasim Esediyê Serokê Gulaşên Kevneşopî yên Xoresana Bakur ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev gulaşa ya bi navê çuhelî di eslê xwe de sporeke kurdan e û qasî 500 sal ewil dest pê kiriye, lê îro tirk û ereb jî vê sporê dikin.
Esedî got gulaşa ku navê wê kurdî "Ba Çuhe" ye navê xwe ji cil û berga çuheyê hildide û wiha axivî: "Çuha ji hiriya pez tê dirûtin û bişkoka wê tune. Wek êlegan tê li xwekirin û bi piştên şîn û sor va tê girêdan. Werzişvan şorteke bi navê derpaçik jî di bînî de wek şal li xwe dikin. Gulaş li ser erdê tê girtin, ji ber vê gulaşvan zehmetiyê dikşînin.
Esedî bibîr xist ku di sala 1996an de ev gulaş wek gulaşa navneteweyî hatiye tescîlkirin û wiha dewam kir: "Ev gulaş dişibe werzişa judoyê. Werzişvan dema gulaşê digrin qedexeye ku dest, guzek an jî binê serçoka raqîbê xwe bigrin. Pişta ku li ser êlegê hatiye girêdan digrin û hewl didin ku reqîbê xwe wisa têk bibin. Ev werzişvan di qada judoyê û gulaşên din de jî serkeftî ne. Pêşbirk di kategoriya 70,80 û 95 kîloyan de tên kirin. Werişvanê yekemîn milyonek tumenî (qasî 250 dolarî), yê duyemîn 700 hezar tumenî (qasî 200 dolarî), yê sêyemîn jî 500 hezar tumenî (qasî 150 dolarî) wek xelat hildide.
Werzişvan Vesîd Sahrayî (27) yê ku ji bajarê Aşkanê beşdarî pêşbirkê dibe got ev gulaş werzişeke zor e û ew antremanan dikin.
Sahrayî got ew 8 sale ew bi awayekî profesyonel gulaşa çuhayê dike.