Türkan Tosun
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Berdevkê Hêza Daraza Îranê Gulam Huseyîn Muhsînî Ejeî got xwediyê hin şirketan ên ku der barê kura sabît a dowîzê da guh nedane polîtikaya dewletê û bêrêtî kirine, hatin binçavkirin.
Li gor ajansa nûçeyan a Mîzanê ya ku girêdayî Hêza Daraza Îranê ye Ejeî li paytext Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ejeî di civînê da behsa kura dolar kir, bi bîr xist ku ew wek 4 hezar û 200 tumenî hatiye sabîtkirin û wiha axivî: "Xwediyê 30 şirketên ku ji bo wan destûra telefona îtxal hatiye dayîn jê hin kes hatin binçavkirin. Hin şirket jî hatin girtin."
Berdevk Ejeî got di Hêza Darazê da şaxên cuda hatine avakirin ku ew li ser dosyaya kesên der barê dowîz, zêr, îtxalata telefon û wesayîtan de guh nadin qanûnê lêkolînan bikin.
Piştî ku îran ji peymana nukleer a bi Amerîkayê ra vekişiya bihayê dolar zêde bûbû. Îran ji bo ku rê li ber zêdebûna bihayê dolar bigre kura dolarê wek 4 hezar û 200 tumenî sabît kiribû.