Ahmet Dursun
05 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2022
Hat ragihandin, li Îranê di erdheja ku li bajarê Xoyê yê girêdayî eyaleta Azerbeycana Rojava çêbû da 276 kes birîndar bûn.
Li gorî televîzyona dewleta Îranê, bi dema herêmî di saet 03.51ê da erheja bi mezinahiya 5,4an a navend bajarê Xoyê çêbû.
Hat diyarkirin, erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê da çêbû, li bajarên nêzîk jî hat hîskirin.
Di erdhejê da li gorî tesbîtên ewil, 275 kes birîndar bûn û di qedera 200 avahiyî da xesarên piçûk çêbûn.