Dilara Zengin Okay
05 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2022
Rêvebirê Payebilind ê Tesla û SpaceXê Elon Musk ji bo ku bi 44 milyar dolarî Twitterê bikire, ji Twitterê ra name şand û nameya wî hat piştrastkirin.
Di teblîxa ku ji Komîsyona Nirxên Menqûl û Borseyê ya Amerîkayê (SEC) ra kirin da nameya Musk a li ser mijarê hat parvekirin.
Di nameyê da hat gotin ku Musk plan dike ku peymana kirîna Twitterê bibe serî û kuta bike.
- Ji Twitterê daxuyanî hat dayîn
Li ser nameya Musk ji Twitterê daxuyanî hat dayîn û hat gotin, nameya ku ji SECê ra hat pêşkêşkirin, gihîşt ber destê wan.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Niyeta şirketê ew e ku serê hiseyê bi 54,2 dolarî bide û bazarê biqedîne."
Piştî Bloombergê ragihand ku Musk wê serê hiseya platforma medyaya civakî bi 54,2 dolarî bikire, Twitterê hise dabû sekinandin. Piştî ku hise cardin vebûn, ji sedî 22 qîmet zêde kir.