Elif Orhan
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Riza Pehlewiyê kurê Şah Mihemed Riza Pehlewiyê serokê ji peywir dûrxistî yê Îranê xwest ku cendekê kalikê wî li Îranê bê definkirin.
Pehlewiyê ku li Amerîkayê dijî ji ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanî da û diyar kir mûmyaya ku di dema xebatên firehkirina Tirbeya Ebdulazîm a li bajarê Reyê hat dîtin muxtemelen ê kalikê wî Şah Riza ye û xwest ku cendek li Îranê bê definkirin.
Pehlewî xwest ku bila pisporên ewledar ên ku malbata Şah tesdîq dikin bila li ser mûmyayê lêkolîn bikin û got ku "Cenaze divê bi merasimeke li gor şanê Şah, ne tenê ji bo bavê Îrana nûjen an jî padşahekî wekî eskerekî ku ji bo welêt û neteweya xwe xizmet kir divê li gora ku ji aliyê her kesê ve tê naskirin bê definkirin."
- "Divê mûmyaya Şah bişînin muzeyê"
Ji aliyê din ve Hîndekarê Beşa Zanistên Îqtisadî ya Zanîngeha Îsfexanê Muhsîn Renanî jî di gotara xwe ya ku ji ser çapemeniya civakî parve kir de got ku "Mûmyaya Şah divê bişînin muzeyekî li Îranê."
Renanî got ku Şah nirxeke dîroka Îranê ye û parast ku heke mûmyayê bişînin muzeyê dê kelecana alîgirên Şah ên li welêt sekan be.
Çend roj berê di dema xebatên firehkirina Tirbeya Ebdulazîm a li Reya bajarê Îranê de mûmyayeke tê îdiakirin ku yê Şah Riza Pewlehiyê ji hikimdarên berê yên welêt e hatibû dîtin, Serokê Komîteya Tûrîzm û Mîrateya Çandî ya Konseya Îslamê ya Tehranê Hesen Xelîlabadî diyar kiribû dibe ku mûmya yê Şah Rizayê hikimdarên berê yê Îranê be û dabû zanîn ku dê meqamên eleqedar lêkolîna hewce bikin.
Şah Riza li Îranê di sala 1925an de xîmên xanedaniya Pehlewî danî û birêvebirî bi dest xist û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de piştî ku Îngilistan û Yekîtiya Sovyetan Îran dagir kir ew mişextê Afrîkaya Başûr kirin û Şah di sala 1944an de wir mir. Cendekê Şah Riza li Misrê hat mûmyakirin û demek dirêj di Mizgefta Rifaî de ma. Mûmyayê di sala 1950yan de anîn Îranê û bi merasimê li mozoleya ku li bajarê Reyê hat amadekirin hat definkirin. Mozoleya Şah Riza piştî Şoreşa Îranê ya 1979an de bi tesdîqa Ayetûllah Xumeynî hat xirakirin.