Haydar Şahin
06 Gulan 2023•Rojanekirin: 06 Gulan 2023
Îranê ragihand ku Hebîb Ferecullah Cabê pêşengê Tevgera Nîdala cudakar îro şeveqê îdam kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mîzanê ku girêdayî Erka Darazê ye, hat diyarkirin Hebîb Ferecullah Cabê ji ber sûcê "pêwendiya bi servîsên îstixbaratê yên biyanî ra û li ser rûyê dinyayê derxistina tevliheviyê" cezayê îdamê hildabû, îro şeveqê cezayê wî hatiye înfazkirin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ji ber "tevgerên terorê yên xwînî" yên tevgera di pêşengiya Cab da ji 450 kesî zêdetir welatiyên Îranê birîndar bûne yan jî hatine kuştin.
Midûrê Pêwendiyên Gel yê Dadgeha Bilind Emir Haşimî 12ê Adarê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû cezayê Cab hatiye pesendkirin.
Wekî din di mehkemekirina di meha Adarê da ji ber êrîşên çekdarî ku di salên 2018-2019an da dijî hêzên ewlehiyê hatine kirin ji rêvebirên tevgerê Elî Mucedem û Mihemed Riza Muqadem û ji endamên tevgerê Muîn Xanferî, Hebîb Deris, Ednan Gabîşawî û Salim Mûsewî cezayê îdamê hildabûn.
- Tevgera Nîdalê
Haraketun-Nîdal el-Erebiye Lî Tehrîrîl-Ehwaz (Tevgera Têkoşîna Ereban Bo Rizgariya Ehwazê) di sala 1999an da bi daxwaza xweseriya Xuzistana eyaleta Îranê ku piranî Ereb lê hene, hatiye avakirin. Tevgerê bi bûyerên Ehwazê yên 2005an deng veda.