Mücahit Aydemir
06 Gulan 2023•Rojanekirin: 07 Gulan 2023
Artêşa Îsraîlê li bajarê Tulkerema li ser Şerîeya Rojava ya dagirkirî du Filistînî kuştin.
Hêzên Îsraîlê bi ser Kampa Penaberan a Nûrşemsê da girtin û di navbera wan û komên çekdar ên kampê da şer derket.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku cinazeyê Samîr Şafîî (22) û Hemze Haryus (22) ji alî hêzên Îsraîlê va hatibûn kuştin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Sabit.
Niştecihên cihû û hêzên Îsraîlê ji serê salê heya niha li Filistîna dagirkirî 20 jê zarok, 2 jê jin heta niha 110 Filistînî kuştin.