BEXDA
Li Îraqê hat diyarkirin ku di êrîşa çekdarî de ya ku li ser girtîgehên Ebû Gûreyb û Taciyê hatibû kirin, ji mehkûmên firar 349 kesên wan hatin girtin.
Korgeneralê Fermandarê Operasyonên Bexdayê Abdûlemîr eş-Şemrî civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku hejmara miriyên ji ber êrîşên girtîgehan bûye 105 û di raseriyên hêzên ewlehiyê de ji mehkûmên ku firar kirine 349 kes hatine girtin.
Şemrî diyar kir ku di êrîşê de 15 çalakvanên xwekuj kirin xefik û di êrîşan de hemû mehkûm di heman demê de tevgerîne û di qawîşan de xirecir derxistine. Di vê bûyerê de xemsariya polês û gardiyanan jî xwe dide nîşan.
Êrîşên ku hefteya borî li ser girtîgehên Ebû Gûreyb û Taciyê hatibûn kirin, rêxistina "Dewleta Îslamê ya Şam û Îraqê" gotibû ku min kiriye. Di van êrîşan de mehkûmên ku piraniya wan bi El Qaîdeyê re têkildar in, bi tevahî 815 mehkûm firar kiribûn. Hatibû diyarkirin ku di êrîşan de 27 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne.