19 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku peymana siyasî ya di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran de xizmetê çareseriya pirsgirêkan nake.
Endamên polîtburoya PDKyê bi serokatiya Barzanî li bajarê Hewlêrê hatin bal hev û ji bo ku li ser peymana di navbera YNK û Goranê de bisekinin civîneke ji çapemeniyê re girtî kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya PDKyê hat dayîn di civîna navborî de li ser peymana ku di navbera her du partiyan hat kirin, sekinîn.
Di daxuyaniyê de der heqê helwesta fermî ya PDKyê ya der barê peymanê de wiha hat gotin: "PDK peymanên ku ne ji bo dijberiya aliyan din tên kirin û mezinkirina qeyranên berdest nayên kirin, bereksê wê ji bo ku di navbera partiyan de û bi taybetî ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê, ji bo ku cudahiya hêzan û îxtilaf ji holê bên rakirin tên kirin normal dibîne û di vê mijarê de fikr û nêrînên xwe îfade kiriye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku peymana siyasî ya ku pêr di navbera YNK û Goran de hat îmzekirin dê xizmetê çareserkirina pirsgirêk û qeyranên berdest neke û hişyariya "Peymana di navbera YNK û Goranê de teşebûsa kûrkirina îxtilafên navxweyî ye û xizmetê çareserkirina pirsgirêk û qeyranên ku bûne girîhişk nake. Bereksê wê dibe ku rewşekî ku nayên payîn û xwestin derxîne holê. Dibe ku bê astengkirin ku YNK ji Tevgera Goran bibe xwedî fikrên cuda û alozî û şîdet zêde bibe."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku haya PDKyê ji peymana di navbera YNK û Goranê de tune û hat gotin ku "YNK bêyî ku bi tu awayî li ser madeyn koalîsyon û peymana stratejîk a ku di mijara birêvebirina Kurdistanê de bi PDKyê re kiribû bisekine, bêyî ku bi PDKyê re hevdîtin bike û agahî bidê bi partiyekî ku di navbera wan û PDKyê de pirsgirêkên siyasî derdixîne re peyman çêkir û xwe jî kir hevkarê wê pirsgirêkê. Bereksê niha YNKyê berê niha di mijara çareserkirina pirsgirêkê de piştgirî dida PDKyê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK ji bilî vîna gel tu vînê qebûl nake û wiha hat gotin:
"Tecrubeyên di rabirdûyê de jî nîşan didin ku bi zehmet e ku îdareya herêmê bê PDK nabe. PDK dê bi israr be ku xwîna pêşmergeyan a ku rijiya heba nebe. PDK divê îradeya referandûmê ya ku mafê qanûnî ya gelê Kurdistanê ye nîşanê hemû dinyayê bide."