Fatih Gazioğlu
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ANKARA
Li Îranê 18 parlamenterên Îsfehanê ji ber betalkirina projeya avê bertek nîşan dan û ji meclisê îstifa kirin.
Li gor nûçeya Tesnîma ajansa nîvfermî ya Îranê, Ekber Turkî Parlamenterê Ferîdunşehrê got ku kesên ku îstifa kirine hemû parlamenterên bajarê Îsfehanê ne.
Turkî got ku parlamenteran li ser betalkirina projeya temînkirina avê ya ku bona Îsfehanê hatibû amadekirin îstifa kir û wiha axivî: "Parlamenterên Îsfehanê daxwaznameya xwe ya îstifayê îro pêşkêşî Dîwana Serokatiyê ya Karê Qanûndanînê kirin."
Ji aliyên din, Nasir Mûsewî Larganiyê Parlamenterê Îsfehanê daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) û got ku Serokomar Hesen Rûhanî li ser wed û sozên xwe nesekiniye û wiha axivî: "
"Beriya vê li ser projeya avê civîn hatibû kirin û di pêşnûmaya budçeyê da cî digirt. Ev proje jî ji pêşnûmayê derxistine."
Îsfehana bajarê Îranê hem ciyekî dîrokî û hem jî turîstîk e. Bi taybetî li rojhilatê bajêr ji ber hişkayiyê pirsgirêka avê heye.
Cotkarên herêmê gelek caran ji bo çareserkirina pirsgirêka avê dijî hikûmetê çalakiyên protestoyê li dar dixin.
Çemê Zayendaya ku wek sembola bajêr tê zanîn ev 10 sal e hema hema ziwa bûye. Rêveberiya Tehranê ji bo çem hin xebat kirin lê serkeftî nebûn.
Ji ber pirsgirêka avê çandinî nayê kirin, gelek malbat û cotkar koçî navenda bajêr dikin.