Elif Orhan
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
HEWLÊR
Mela Bextiyarê Berpirsê Polîtburiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da zanîn ji bo meclisa ku ji ber qeyrana siyasî nedikariya ku bicive bikeve fealiyetê partiyên siyasî di prensîbê de li hev kirin.
Ji bo ku Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku ji ber qeyrana siyasî ev du sal in ku nikare bicive bikeve fealiyetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran a ku li HKIyê serkêşiya mixalefetê dike li navenda partiyê ya YNKê ya li Hewlêrê civiyan.
Bextiyar piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û got ji bo ku meclis dîsa bikeve fealiyetê û di demek kurt de rûniştin bê kirin PDK, YNK û Goranê di prensîbê de li hev kirin lê belê hê jî li ser hin mijarên teknîkî diaxivin.
Bextiyar da zanîn ku PDKê û YNKê ji bo ku meclis bikeve fealiyetê peymaneke ku ji 7 madeyan pêk tê îmze kirin û ji bo ku binirxînin ew dan rayedarê ji Goranê.
Bextiyarê jo YNKê der barê peymana ku ji 7 madeyan pêk tê de agahî nedan.
Heyeta Bilind a Referandûmê yaKIyê du roj beriya niha bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re hatibû bal hev û piştî civînê di daxuyaniya nivîskî dabû zanîn biryar hat dayîn ku meclis di 14ê îlonê de bê vekirin.
- Sedema qeyrana siyasî ya li HKIyê
Tevgera Goran a li HKIyê ya ku navenda wê Silêymanî ye dijî dirêjkirina maweya peywira Barzaniyê ku maweya peywira wî hatibû dirêjkirin derketibû û li bajarê Silêymaniyê xwepêşandanên girseyî li dar xistibû.
Di xwepêşandanên navborî de avahiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hedef girtibûn û di 12ê cotmeha 2015an de bi biryara Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî wezîrên ji Tevgera Goran a ku di hikûmetê de peywirdar bûn û Serokê Parlementoyê Yûsif Mihemed ji peywir hatibûn dûrxistin.
Piştî vê geşedanê destûr nehatibû dayîn ku wezîrên navborî û Mihemed bikevin Hewlêrê û qeyrana siyasî her ku çûbû kûr bibû.