Emre Gürkan Abay
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 30 Tebax 2023
Merasima cenazeyê ya avakarê Wagnerê Yevgeniy Prîgojîn, "bi awayekî ji derve re girtî" li goristanekê St. Petersburgê hat kirin.
Şirketa bi navê "Konkord" a aidî Prîgojîn bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê merasima cenazeyê ya Prîgojînê ku 23yê tebaxê li herêma Tvêrê di encama ketina jetê de miribû, agahî dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Prîgojîn li goristanekê St. Petersburgê hat definkirin û wiha hat gotin, "Xatirjêxwestina (Prîgojîn) Yevgeniy Vîktorovîç bi awayekî ji derve re girtî hat kirin. Yên ku dixwazin xatir jê bixwazin dikarin serdana goristana Porohovskoyeyê bikin."
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di daxuyaniya xwe ya îro de anîbû ziman ku biryarên derbarê merasima cenazeyê ya Prîgojîn ji aliyê malbata wî ve hatine dayin û dê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beşdarî merasimê nebe.