Emre Gürkan Abay
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
Li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê helîkoptera bi modela Mi-8 ket xwarê û 3 kes mirin.
Waliyê Çelyabînskê Aleksey Teksler di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir, helîkoptera bi modela Mi-8 a Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê li herêmê ket xwarê.
Teksler destnîşan kir, li gorî encamên destpêkê di qezayê da 3 kes mirin û Teksler her wisa serxweşî da malbatên miriyan.