HAKKARÎ
Hat ragihandin ku xwepêşandêran, piştî xwepêşandana li navçeya Yuksekovaya Hakkariyê êrîşî polêsan kirin, li ser vê pevçûn derket û di encama êrîşê de 2 kes mirin. Li gor agahiyan piştî ku cenazeyê her du xwepêşandêran hatin veşartin, hin xwepêşandêran bi kevir û molotofan êrîş birin ser du wargehên xwendekaran. Hat diyarkirin ku xwepêşandêrekî biçek birîndar bû û sewqî nexweşxaneya Wanê hat kirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hakkariyê, duh piştî ku cenazeyê her du xwepêşandêrên di bûyeran de miribûn, hatin veşartin, çalakvanan bi kevir û molotofan êrîşî du wargehên xwedekaran ên li xaçerêya Daglicayê kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşkaran, êrîş birin ser wesayitên polêsan ên hatin cihê bûyerê û wiha hat gotin: "Li ser êrîşê tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin û êrîşkaran êrîş birin ser tîmên taybet jî. Di encama êrîşê de êrîşkarekî biçek birîndar bû û sewqî nexweşxaneya Wanê hat kirin. Der barê bûyerê de lêkolîneke berfireh hat destpêkirin û dê ji geşedanan gel jî bê agahdarkirin."