Sinan Doğan
30 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2022
Ji bo cinazeyê Peleyê gogbazê bi nav û deng ê Brezîlyayî wê di 3yê Rêbendanê da li Stadyuma Santosê merasim bê kirin.
Kûluba Santosê daxuyanî weşand û bi bîr xist ku Pele gelek salên xwe li heman kûlubê derbas kiriye û merasima cinezayê wî jî wê li Stadyuma Urbano Caldeirayê bê kirin.
Pele wê li Goristana Memorial Necropolis Ecumenicayê bi beşdarbûna malbat, nas û dostên wî va bê definkirin.
Edson Arantes do Nascimento navê esil ê Pele ye.
Navên wek "Moriya Reşik", "Qralê Fitbolê" û "Qral Pele" lê hatibûn danîn û gogbazê bi nav û deng di jiyana xwe da yek ji wan kesan bû ku hezar gol avêtine.
Pele di seranserê jiyana xwe ya fitbolê da beşdarî hezar û 363 pêşbirkan bû û bi tevahî jî hezar û 279 gol avêt û di Pirtûka Reqoran a Guînnessê da cî girtibû.