Nihat Kavşut
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir hikûmeta navendî qismekî budçeyê ji rêvebiriya Hewlêrê ra şandiye û got ku em ê nefta Kerkûkê jî bi hev ra îxrac bikin.
Barzanî li Hewlêrê di konferansekê da axivî û bal kişand ser têkiliyên di navbera Bexda û Hewlerê da.
Mesrûr Barzanî diyar kir mizakereyên ji bona çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê da ber bi başiyê va diçin û wiha axivî: "Qismekî budçeyê cardin ji Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ra tê şandin. Em em ê nefta Kerkûkê jî bi hev ra îxrac bikin. Em ê polîtîkaya ticaretê bi hev ra bimeşînin. Dibe ku di mizakereyan da teref hemû tiştên ku dixwazin bi dest nexin, lê em dixwazin lihevkirin çêbe."
Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir îstiqrara Bexda û Hewlêrê îstiqrara herêmê temam dike.
Mesrûr Barzanî der barê miaşên karmendan û budçeya Herêma Kurdistana Iraqê da wiha axivî: "Em ji bona bicîanîna heqên ji destûra bingehîn tên pêbaweriyê dixwazin. Hûn dizanin em û Bexdayê qîmeteke mezin didin meseleya Kerkûkê. Divê meseleya herêmên binîqaş li gor benda destûra bingehîn ya 140an bê çareserkirin. Lewra ev der herêmên binîqaş in. Divê tu terefek bi tena serê xwe îdare neke. Em dixwazin ji hêla siyasî û ewlehiyê va bi hev ra îdare bikin. Em bi Neteweyên Yekbûyî ra jî dixebitin."
- Herêmên binîqaş
Li Iraqê bi benda 140emîn ya destûra bingehîn ku di sala 2005an da hat verastkirin di serî da wilayeta Kerkûkê qismekî wilayetên Diyala, Selaheddîn û Mûsilê di navbera rêvebiriyên Bexda û Hewlerê da bûne herêmên binîqaş.
Li gor benda destûra bingehîn ji bona bê kifşkirin ku herêmên navborî bikeve ser kîjan terefê referandum bê kirin, lê heta niha ji ber rewşa Iraqê referandum nehatiye kirin.