İbrahim Atmaca
20 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2020
Milîsên girêdayî Xelîfe Hafter piştî Konferansa Berlînê li herêma Selahaddînê ku dikeve başûrê paytextê, bi êrîşa hewanê va agirbest binpê kir.
Ji bo ku li Lîbyayê agirbesta mayînde û pêvajoya siyasî dest pê bike, li Berlînê konferanseke navneteweyî hat lidarxistin û piştî konferansê li paytext Trablusê dengê teqînan hat bihîstin.
Ebdulmelîk el-Medeniyê berdevkê Operasyona Volkana Hêrsê ku hêzên girêdayî Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî dikin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêma Selahaddînê ya ku dikeve başûrê paytextê "Milîsên girêdayî Xelîfe Hefter rastgele hewan agir kirin û agirbest binpê kirin."
Aliyên li Lîbyayê û civaka navneteweyî li Berlîna paytextê Almanyayê civiyabûn û roja yekşemê di nava rojê da milîsên Xelîfe Hefter bi heman awayî li herêma Hallatatê jî bi avêtina hewanan agirbest binpê kiribûn.
Milîsên Hefter di êrîşa hewanê da tankerên neftê kiribûn hedef, agir bi tankeran ketibû û li esmanê paytextê di binê dû da mabû.