Nihat Kavşut
01 Gulan 2020•Rojanekirin: 02 Gulan 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar yên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê bi moşekê li başûrê Trablusê êrîşî herêmên sivîlan kirin û 3 sivîl hatin kuştin.
Emîn el-Haşimiyê Şêwirmendê Medyayê yê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Mutebeqeta Neteweyî ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) nûnerê meşrû yê Libyayê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir milîsên Hefter bi moşekê li başûrê Trablusê êrîşî herêma Zenatê kirin.
Haşimî diyar kir ji ber êrîşê 2 jê jin 3 sivîl hatin kuştin.
Hatibû ragihandin hêzên esmanî yên hikûmeta Libyayê i Geliyê Mersitê ya li rojavayê başûrê paytext Trablusê li tankêreke ji milîsên Xelîfe Hefter ra sotemenî îkmal dikir û 2 wesaîtên eskerî ku çekên giran li ser bûn, xistine.
Serbaz Mihemed Kanunuyê berdevkê Hikûmeta Mutebeqeta Neteweyî sibehê jî li ser hev du daxuyanî dabû û destnîşan kiribû hêzên esmanî yên Libyayê 6 operasyon birine ser konvoya eskerî ya milîsên Hefter û 5 operasyon birine ser Baregeha Esmanî ya Eskerî ya Watiyeyê.