Li Vartoya navçeya Mûşê bi roketavêj û çekan ve êrîşî wesayîta polêsan a bizirx kirin.
Li gor agahiyan li taxa TOKÎyê endamên rêxistina terorê bi roketavêj û çekan ve êrîşî wesayîta polêsan a bizirx kir.
Roket ji wesayîtê derbas bû kete eraziyekî vala û li wir teqiya. Piştî teqînê polêsan jî gule barandin.
Di bûyerê de tu kes nemir an jî birîndar nebû. Ji bo ku êrîşkar bên girtin li herêmê operasyon dan destpêkirin.