İbrahim Atmaca
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilata Lîbyayê, ji santrala ceyranê ya li Korfeza Sîrteyê gelek cîhaz dizîn û santral talan kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Burkan el-Xezebê ku Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî (UMH) dimeşîne, hat dayîn; milîsên terorîst ên Hefter ku lejyonerên biyanî ên peretî piştgiriyê didin wan, li Korfeza Sîrteyê santrala ceyranê talan kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku gelek cîhaz û ekîpman hatin dizîn, milîsan ji santralê jeneratora ceyranê, cîhazên bêtêl, tupên xazê û ekranek li wesayîtên neqliyeyê bar kirin û birin.