Önder Beyter
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Derket holê ku li Amerîkayê ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 45 milyon însan bêkar man û milyarderan jî 584 milyar dolar qezenc kirin.
Hat destnîşankirin, li Amerîkaya ew welat e ku tesîra herî xedar a Kovîd-19ê li vê derê xwe nîşan da, xelk ji ber şewbê duçarî zehmetiyên aborî dibe, lêbelê kesên dewlemend di vê pêvajoyê da dewlemendiya xwe zêdetir kirin.
Li gorî amarên fermî li welêt, ji destpêka şewbê vir va 45 milyon kesî serîlêdana "bêkariyê" kir.
Ji aliyekî din va li gorî daneyên ku Enstîtuya Xebatên Polîtîk a li Washington DCyê spart amarên Forbesê û weşand, di 18ê adarê-17ê hezîranê da 614 milyarderên Amerîkan bi tevahî 584 milyar dolar qezenc kirin.