Türkan Tosun
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin gihîşt 385 hezar û 219an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li parzemînê di 24 saetên dawîn da 10 hezar û 623 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 385 hezar û 219an.
Hejmara kesên ji ber vê nexweşiyê mirin jî di 24 saetan da 179 zêde bû û derkete 9 hezar û 519an.Li Afrîkayê hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 181 hezar û 179an.
Ji ber Kovîd-19ê li Misrê 2 hezar û 789, li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 456, li Cezayirê 897, li Sûdanê 572 û li Nîjeryayê jî 565 kes mirin.
Li Seyşelan, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê mirî nehatin diyarkirin.
- Li welatan hejmara pêketiyan wiha ye:
Afrîkaya Başûr (138 hezar û 134), Misir (65 hezar û 188), Nîjerya (24 hezar û 567), Gana (16 hezar û 742).
Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûn jî gihîşt 185 hezar û 243an.