Li Tazexurmatuya nehiyeya Kerkûkê milîsên tirkmen ên şiî ji ber îxtimala êrîşên DÎŞIyê 24 seet nobet digirin.
Li gundê Beşira ku 5 kîlomêtro dûrî Tazexurmatuyê ye kontrol di destê DÎŞIyê de ye û milîsên tirkmen ên şiî li kozikên nêzî sînorê Beşirê nobedariyê dikin.
Mihsîn Tezeliyê ku milîs e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku DÎŞI nêzî Tazexurmatuyê dibe û got ku ji bo milîtanên DÎŞIyê nekevin nehiyeyê nobedariyê em dikin.
Zekî Muradli jî diyar kir ku ji bo DÎŞI ji herêmê were paqijkirin, divê artêşa Iraqê operasyonên berfireh bike.
Muradli destnîşan kir ku ji ber koçberiyê nifûsa nehiyeyê ji 16 hezar kesî daket 5 hezarî û wiha got: "Li nehiyeyê taybetî milîsên tirkmen man. Ji ber êrîşên DÎŞIyê gel xwe sipart Kerkûkê."