Artêşa DYAyê bi balafirên şer û wesaîtên bêmirov ên Amerîkayê ve ji hewayê 3 êrîşên nû bir ser hedefên DÎŞIyê yên li Iraq û Sûriyeyê.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) diyar kir ku DYA erîş birin li ser hedefên DÎŞIyê.
Hat diyarkirin ku DYA êrîş birin li ser hedefên DÎŞIyê yên li herêma Dêrazorê ya Sûriyeyê, di êrîşan de wesayiteke çekdagirtî û wesayiteke din hat îmhakirin. Herwiha hat ragihandin ku wesayiteke çekdagirtî jî li bakurê rojavayê Bexdayê hat îmhakirin.
CENTOMê diyar kir ku artêşa DYAyê li seranserê Iraqê heta niha 194 êrîşên hewayî û li Sûriyeyê jî digel hêzên navneteweyî 16 êrîşên hewayî li dar xist.