İbrahim Atmaca
23 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
ÎDLIB
Eniya Azadkirina Neteweyî ku li Sûriyeyê koma eskerî ya herî mezin a mixalifan e, diyar kir ku ew piştgiriyê didin mitabaqata Îdlibê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê.
Eniya Azadkirina Neteweyî ku yek ji şaxa Artêşa Azad a Sûriyeyê ye, li ser hesabê xwe yên medyaya civakî daxuyaniya nivîskî da û got ku ew piştgiriyê didin mitabaqata Îdlibê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo pêşî li ber şer girt, em sipasdarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan in. Destkeftinên hevdîtinên Soçiyê û xebatên dîplomasiyê yên ku Tirkiyeyê meşandin serkeftinek e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku gel ji bo encama mitabaqatê kêfxweş bû û wiha hat gotin, "Xwepêşanên ku roja înê hatin kirin, seba piştgiriya encamên mitabaqatê bûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em ê dev ji hedefa ya ketina rejima Esed bernedin. Ji bo vê em ê çeka xwe daneynin. Tevkariya me û Tirkiyeyê wê dewam bike. Em ê li dijî êrîşên xedar ên Rûsya, Îran û rejima Esed hişyar bimînin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 17ê îlonê da li Soçiya bajarê Rûsyayê "Mitabaqata Li Ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Îstiqrarkirina Rewşê" îmze kiribûn.