İbrahim Atmaca
23 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
ERBÎL
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo bi têlefonê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa Barzanî hat dayîn, Pompeo û Barzanî geşedanên siyasî yên dawîn ên li Iraqê di serî da li ser kifşkirina namzedê serokomariyê û hewildanên avakirina hikûmetê sekinîn.
Pompeo û Barzanî ji bo ku pêvajoya siyasî ya li Iraqê serkeftî bibe, li ser girîngiya xebatên ku dimeşin sekinîn û hêvî kirin ku hikûmeta nû ya ku wê were avakirin, piştgiriyê bide îstiqrar û ewlehiya welêt.
Her wiha di axaftinê da hat gotin, girîng e ku hikûmeta nû ji hemû pêkhateyên Iraqê çêbe.