Ekip
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
CERABLUS
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ji bo zirara di operasyona Reqayê da dît telafî bike ciwan û zarokên ereban bi zorê çekdar dike û kesên vê qebûl nakin jî dikuje.
PYDya li ser navê hêzên koalîsyona di pêşengiya DYAyê da çû Tel Ebyad, Suluk û derorê ereb û tirkmenan dide koçkirin û malên wan xera dike.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ji bo zirara di operasyona Reqayê da li hember DEAŞê dît telafî bike ciwan û zarokên ereban çekdar dike û kesên qebûl nakin jî dikuje.
PYD/PKKyê herî dawîn li El Aselaya navçeya Tel Ebyadê êrîş kir û Hamadî el-Xelefê (20) tevlî rêxistinê nebû qetil kir.
Mihemmed Ebu Ubeydeyê ji Tel Ebyada Reqayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir PYDyê li rojhilatê Tel Ebyadê bavekî ku nehişt kurê wî bibin qetil kir û got li Suluk ve Tel Abyadê jî kesekî tevlî wan nebû hat kuştin.
Ubeyde diyar kir ku rêxistin kesên ku emrê wan ji 18 salî piçûktir in hildide bin sîlahê û got, "PYD di operayona dijî DEAŞ yê li Reqayê da gelek endamên xwe winda dike. Her roj cesedê bi hehan endamên PYDê dibin nexweşxaneyên Ras el Eynê. PYD ji bo ku kêmsiya endamên xwe yên hatin kuştin temam bike zarokên me bi zorê hildide bin sîlahê."
Ubeyde got ku PYDê dest da ser malên ereb û tirkmenên li bakurê Reqayê û wiha axivî: "Gel ji ber zorbedarî û zilma PYDê direve herêmên li bakurê Helebê yên di kontrola mixalifan da. Gele malbat ji bo ku zarên xwe nedin rêxistinê revîn herêmên mixalifan."
- "PYD DEAŞa kurdan e"
Ramazan Ebû Semra ji Suluka navçeya Reqayê jî wiha got: "PYD DEAŞa kurdan e. DIbê di vê mijarê da meriv rastiyê bêje. DEAŞê em bi zorê ji malên me dernedixist. Zaroên me ji destê me nedigirt. Malên me jî di ser me da xirab nekir. Ez di fehmkirina vê rewşê da tengasiyê dikişînim. DYA dixwaze ku rêxistineke terorê bi rêxistineke terorê ya din va ji holê rake. Ev çito dibe?."
Ebû Semra got ku wî ji ber tirsa dibe ku zarokên wî çekdar bikin û bibin şer, Suluk terikand û wiha pê da çû:
"Ji ber ku di medyayê da reng venade, li bakurê Reqayê bi destê PYDyê binpêkirina mafên mirovan deng venade. Hevkarên wê li ber kiryarên PYDyê dengê xwe nakin. Rojava bi wadê demokrasiyê ket Iraqê. Iraq niha perçe perçe ye. Rojava niha jî bi hinceta paqijkirina DEAŞê, bakurê Sûriyeyê dide PYDyê û dixwaze welat perçe bike."
- Tewqûfkirinên PYD/PKKyê û reva ciwanên ereb dewam dikin
Ji ber ku PYD li herêmê bi ser gundên ereb digire, ciwan baz didin da ku wan nebin şer.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên xwecihî hat wergirtin, rêxistina terorê berê bi ser gundên ku kurd lê zêdetir bûn digirt, lê niha bi ser gundên ereb jî digire û hewl dide ku zarok û ciwanan çekdar bike û bibe şer.
Ev yek malbatên ereb ditirsîne. Malbat ji bo ku zarokên xwe ji rêxistinê biparêzin, zarokên xwe vedişêrin.